Kurdistan
Li Wanê qezaya pê hev: Gelek birîndar hene!
PeyamaKurd – Hat hînbûn ku li ser rêya bejahî ya Wan-Ercîşê qezaya trafîkê ya pê hev pêk hat û gelek birîndar hene.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza îro danê sibê pêk hat. Hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya pê hev ya ku ji ber hewaya mij û şiliya rê pêk hat de birîndar hene.
Piştî qezayê ekîbên ambulans, cendirme, polês û Îtfaiyeya Tuşbayê sewqî herêmê kirin.
Piştî alîkariya ewil li cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.