TR KU SO
FB X
Kurdistan

Loder û otomobil qeza kirin: 2 mirî û 6 birîndar hene

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2021 03:57

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sûrûcê nêzî beldeya Elîgorê loderekî (kepçe) û otomobîlekî qeza kirin û di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.

Di qezayê de ajotvanê otomobîlê Emin Atçı û Saime Zira wefat kirin. Di otomobîlê de Sümeyya, İrem, Fatma û Meryem Atçı, bi wan re Aziz û Ali Asaf Zira birîndar bûn. Tîmên tendursitiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê.

Parve bike: