TR KU SO
FB X
Kurdistan

Malbata Kurd vegeriya û Artêşa Iraqê ji Taxa Newroz a Kerkûkê vekişiya

📅 22 sibat 2026 17:37

PeyamaKurd- Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha piştî aloziya îro Yekşemê li Taxa Newroz a Kerkûkê bi daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand ku pirsgirêka xwediyên xanîyên Kurd li taxa Newrozê çareser bûye û got ku artêşa Iraqê ji wê taxê vekişiyaye û xwedîtîya wan xanîyan dê ji alîyê parêzgehê ve bê çavdêrîkirin.

Piştî bûyera ku artêşê xwest xaniyekî malbata Kurd vala bike, Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha serdana taxê kir û bi welatiyan û fermandarên leşkerî re civiya.

Parêzgarê Kerkûkê ji rojnamevanan re ragihand: “Ev xanî milkê dewletê ne û ne yên tu kesekî ne. Ew xelkê li vê derê piştî pêvajoya azadkirinê hatine nav van xanîyan. Ev çend roj bûn ku efserên artêşê çûne nav wan xanîyan û malbatek derxistibûn.”

Rêbwar Taha diyar kir: “Niha em hatine û me hem ew malbat vegerand nav xaniyê wan û hem jî me xanîyên din wergirtin. Ji niha û pê ve, ew hemû dê wekî milkê rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê bên hesibandin û em dê wekî parêzgeh çavdêriya wan bikin.”

Taha derheqê çareserkirina vê pirsgirêkê de da zanîn, wî bi Serokerkanê Artêşa Iraqê re têkilî danîye û diyar kir: “Çareserî ew e ku artêş dê bi tevahî ji vê deverê derkeve û li vê derê namîne. Xwediyên wan xaniyan dê vegerin nav malên xwe û birêvebirina wan xaniyan dê li cem me be. Her efserekê ku serederiyeke nebaş kiribe jî, lêpirsîn dê pê re bê kirin.”

Hêjayî gotinê ye, pirsgirêka milkdariyê li Kerkûk û deverên din ên ku nakokî li ser heye pirseke aloz û demdirêj agirêdayî siyaseta Erebîkirinê ya rejîma berê ye. Piştî pêvajoya azadkirina Iraqê di sala 2003yan de, bizav hat kirin ku rewş bi rêya madeya 140 a destûrê bê normalkirin û mafê xelkê resen ên wê deverê bê vegerandin, lê bicihneanîna bi tevahî ya wê madeyê ew pirsgirêk bê guhertin hişt.

Herwiha piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmergeyan, careke din zext li ser xelkê Kurd li wan deveran zêde bûn û gelek caran bizav hatine kirin ku ew ji malên wan bên derxistin, nexasim jî li wan taxên ku xaniyên wan berê milkê hikûmetê bûn.

Parve bike: