Kurdistan
Malbatên ber HDPya Amedê kevir û suse avêtin avahiyê
PeyamaKurd – Malbatên ku ev 25 roj in li ber avahiya HDP ya Diyarbekirê bi hinceta ku zarokên wan birine çiyê çalakiya rûniştinê pêk tînin, îro bi kevir û şuşeyan êrîşî avahiyê kirin.
Li gorî zanyariyan malbatan piştî ku di bernameyeke televizyonê de, zarokên wan ên çûne nav PKKê gotine, ‘em bi dilxwazî derketine çiyê’ bertek nîşan dane û bi kevir û şuşeyan êrîşî avahiyê kirine.
Komek ji malbatan ku xwestine bikevin hûndirê avahiyê hatine astengkirin ku niha jî ew malbat di bin parastina polîsan de çalakiya xwe berdewam dikin.