TR KU SO
FB X
Kurdistan

Meclîsa Leskerî ya Minbicê: 5 çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê hatin kustin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2021 14:32

PeyamaKurd – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir, hêzên wan 5 çekdarên girêdayî dewleta Tirkiyê kuştine.

Têkildarî êrîşê Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da û da zanîn: “Çeteyên Tirkiyê hewl dan gundên Şêx Nasirt dagir bikin, lê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da û şerekî dijwar rû da.”

Navendê destnîşan kir, 5 çekdar hatin kuştin, hewldana dagirkeran hate têkbirin û çekdarên din reviyan.

 

Parve bike: