TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Falih Feyaz û Ferîq Ebdulemîr re rewsa deverên Kurdistanî gotûbêj kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2020 22:21

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê Cotmehê pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Ebdulemîr Yaralla kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên Iraq û herêmê û girîngiya hemahengiya ewlehiyê hat gotûbêjkirin ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê.

Herwiha hat gotin ku bi taybetî li ser rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêj hatiye kirin.

Di civînê de, herwiha tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûrê hat kirin.

Parve bike: