TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî sersaxî da Hadî Amirî

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 îlon 2021 18:38

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî serxweşî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê di pêwendiyeke telefonî de serxweşî li Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî kir ku 3 biraziyên wî di rûdaneke diltezîn li Bexdayê koça dawî kiribûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxwemiya xwe ji bo Hadî Amirî ragihand û hêvî xwest Xwedayê mezin û giyanên merhûman bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û nasên wan.

Hadî Amrî jî ji ber derbirîna hevxemî û pêwendiyê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Parve bike: