TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Tenduristiyê yê Îmaratê re civiya

İlyas batu
Edîtor
📅 11 sibat 2025 18:43

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11ê sibatê li Dûbaiyê bi Wezîrê Tendirustî û Xweparastina Civakî yê Îmarata Erebî Ebdulrehman Bin Mihemed El-Aweys re civiya.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî tê de amade bû, her du alî li ser girîngiya bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê di warê tenduristiyê de hevnêrîn bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan, duh bi serokatiya şandekê gihîşt bajarê Dûbaiyê.

Parve bike: