TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî biryara bajarokbûna 3 nahiyên Herêma Kurdistanê pesend kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 19 rêbendan 2022 13:37

PeyamaKurd Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara bajarokbûna 3 nahiyên Herêma Kurdistanê pesend kir.

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye, biryara bajarokbûna nahiyên Enkawe û Pîrmam ên Hewlêrê û nahiya Baziyan a Silêmaniyê, ji aliyê Serokê Hikûmetê ve hat pesendkirin û ew nahiye bi fermî bûn bajarok.

Fermangehê eşkere kiriye, ew biryara han di çarçoveya plana kabîneya nehem a hikûmetê de ye ji bo hêsankarî û belavkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 23 Kanûna îsal, ferman dabû nahiyên Pîrmam, Enkawe û Baziyan bibin bajarok.

Parve bike: