TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Encama civînên ligel Iraqê wê di berjewendiya welatiyên me de bin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 09 îlon 2024 22:39

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Îlonê li Hewlêrê pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski kir.

Di civînê de hate destnîşankirin,Divê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di rewşeke aram û dadperwerane de û bi awayekî paqij û zelal û li jêr çavdêriya navdewletî û dûrî binpêkariyan bên kirin.”

Di beşeke din a civînê de, danûstandin li ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rûniştinên Civata Wezarî ya Iraqê ji bo karûbarên aborî li Hewlêrê, ku danûstandin bi awayekî vekirî û erênî hatin kirin û encamên wê dê di berjewendiya welatiyên me de bin.

Parve bike: