TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Dr. Astî Hewramî peyameke sersaxiyê belav kir

İlyas batu
Edîtor
📅 21 cotmeh 2024 16:58

PeyamaKurd –  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya serokê berê yê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: ‘’Ji ber koça dawî ya serokê berê yê Wezreta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî, sersaxiyê li malbata wî ya birêz dikim û şirîkê xema wan im.’’

Her weha anî zimên, “Ji Xwedayê mezin dixwazim ku Xwedêjêrazî ruhê wî  bi biheştê şad bike û aramî û sebrê bide hemî kes û karên wî.”

Parve bike: