TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Çekyayê civiya

İlyas batu
Edîtor
📅 21 rêbendan 2025 18:14

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Davosê li gel Wezîrê Karûbarên Derve yê Çekyayê Jan Lîpavskî civiya.

Di hevdîtinê de behsa bipêşxistina têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Çekyayê yên di warên curbicur de bi taybetî di warê pirrengiya aborî de hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de her weha tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat kirin û derbarê pêşhatên dawî yên Sûriyeyê de gotûbêj hatin kirin.

Parve bike: