TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî sersala Hicrî ya Misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2023 03:08

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina sersala Hicrî, sersala Misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîroz kir. Barzanî di mijarê de peyamekî belave kir û di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema sersala Hicrî ya 1445an, sersala hemû Misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Bila sala nû ya Hicrî ji bo Kurdistanê bibe wesîla refahê.

Em ji Xwedayê dilovan dixwazin ku qaîdeyên rast yên ola Îslamê, çanda pêkvejiyana pêkhateyan, hevqebûl kirin û pîvana olî teşwîq bike.”

Parve bike: