Kurdistan
Mesrûr Barzanî û balyozê Belarûsê pirsgirêka koçberên neyasayî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Balyozê Belarusya li Iraqê Viktor Rybak kir.
Di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên dualî û rewşa koçberan li wî welatî hatin guftûgokirin.
Her du aliyan tekezî li girîngiya hebûna hevahengî û pêwendiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyên ku serdana Belarusya dikin kir ku divê li gor yasayên navdewletî serederî bi wan re were kirin, herwiha rêgirî jî li koçkirina neyasayî bê kirin.
Balyozê Belarusya amadehiya welatê xwe ji bo hevahengî û pêşvebirina pêwendiyên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan da.