Mesrûr Barzanî û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî rewsa Sûriyê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê erkdarkirî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet ên li Iraq û Sûriyê General Patrîk Roberson rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Duh (18.6.2019) Mesrûr Barzanî pêşwazî li General Patrîk Roberson û şanda pê re kir. Ev serdana general ji ber wê yekê ye ji ber ku dê karê wî bi dawî bibe.
Di vê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêşhatên navçeyê û hevahengiya di navbera hêzên Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî de kirin. Herwiha di vê hevdîtinê de generalê mêvan spasiya Herêma Kurdistanê kir li ser hevahengiyên bi wan re.
Generalê mêvan, Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet ên li Iraq û Sûriyê General Êrîk Hîlî bi Mesrûr Barzanî da nasandin û hêvî kir ku hevahengiya Hevpeymanan û Herêma Kurdistanê berdewam be. Herwiha amaje kir bi tevgera terorîstan, ku hêj DAIŞ li Iraq û Sûriyê maye û hêj DAIŞ gef e.
Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji bo herdû generalan xwest û tekez kir ku pêwîst e hevahengî li navbera Kurdistanê û hevpeymanan berdewam be ji bo parêzgariya li destkeftan û vegerandina aramiyê û nehiştina tevgera terorîstan li navçeyê.
Mesrûr Barzanî û şanda mêvan şerê Sûriyê yê berdewam û çareseriya siyasî li wî welatî gotûbêj kirin.