TR KU SO
FB X
Kurdistan

Meytên 5 koçberan ji Yûnanistanê hatin vegerandin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 02 sibat 2022 13:35

PeyamaKurd – Meytên 5 koçberên ku li Yûnanistanê di deryayê de xeniqîbûn, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hatin vegerandin.

Li gor Şêwirmendê li Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Helgurd Saleyî daye zanîn; sê belemeyên koçberan noqî avê bûbû û di encamê de 9 term hatibûn dîtin.

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do meytên 5 koçberên ku li Yûnanistanê di nava deryayê de xeniqîbûn, bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin. Roja 29ê Çileya 2022yan jî, çar meytên din ên koçberan gihîştibûn Herêma Kurdistanê.

Parve bike: