Kurdistan
Mezlûm Ebdî: Derîyê me ji koçberên Idlibê re vekiriye, dikarin werin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ragihand ku deriyê wan ji koçberên Idlibê yên ji şer direvin re vekiriye û bang li gelê Idlibê kir ku dikarin werin herêma Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.
Fermandarê Giştî yê HSD Mazlum Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser şerê li Idlibê rû dide û koçberbûna sivîlên Idlibê daxuyanî da.
Ebdî destnîşan kir ku deriyên wan ji gelê Idlibê re vekirî ye û wiha pê de çû: “Dikarin di bin ala Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, leşkeran bi hêzên leşkerî kordîne bikin û biçin herêma me.”