TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî ji gelê Kuweytê re sersaxî xwest

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 îlon 2020 19:47

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser koça dawî ya Mîrê Kuweytê  Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah peyameke serxweşiyê belav kir.

Ebdî li ser hesabê xwe yê twitterê ji gelê Kuweytê re sersaxî xwest û got: "Bi xemgînî me agahiya wefata Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah emîrê dewleta Kuweytê bihîst. Em ji tevahî gelê Kuweytê re sersaxiyê dixwazin. Em ji bo kedên dewleta Kuweytê yên piştevaniya gelê me li ser astên mirovî û siyasî bi taybet di nava  Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de spas dikin."

— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) September 30, 2020

Emîrê Kuweytê doh 29ê îlonê li nexweşxaneyeke Amerîkayê ku lê tedawî dibû di 91 saliya xwe de koça dawî kiribû.

 

Parve bike: