TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mezlûm Ebdî: Mayîna hêzên Amerîkî ji bo qonaxa bê gaveke girîng e

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 adar 2019 00:13

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî daxuyakirin ku di qonaxa bê de ew dê kar ji bo jinavbirina hizra  terorê ya DAIŞê bikin.

Ebdî got, “Rast e rêxistina DAIŞê bidawî hatiye, lê gefên wê rêxistinê li ser ewlehiya Sûriyê hîn maye û divê karê li dijî hizra tundrewiya DAIŞê berdewam be.”

Ebdî li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a mayîna hejmarek hêzên xwe li Sûriyê jî got: “Ev ji qonaxa bê re gavek girîng e, heta ku hizir û ideolojiya DAIŞê ji kokê ve jinav bibin û ev yek jî demek dûr û dirêj dixwaze.”

Parve bike: