TR KU SO
FB X
Kurdistan

Navê êrîskarekî baregaha HDPê hat eskerekirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2021 15:05

PeyamaKurd – Navê êrîşkarekî baregaha HDPê yê li navçeya Bahçelievler a Stenbolê ku bi kêr û çekê gef xwarin, hat eşkerekirin.

Li gor zanyariyan, navê wî êrîşkarî Muhammed Eren Sutçu ye û xelkê parêzgeha Rîzeyê ya Tirkiyê ye, ku piştî bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Do bi êvarî, du kesên nenas bi çekê kêran êrîşî baregaha HDPê ya li navçeya Bahçelievler a Stenbolê kirin û li gor endamên HDPê gotine: “We hemûyan dikujin.” Piştî bi çek ê kêran gef li endamên HDPê xewarine û çend caran kêr li wan dane, ji aliyê endamên HDPê ve hatine bêçekkirin û pişt re reviya ne.

Herwiha di bûyerê de, ramazan Dişari û Azîz Şîmşek bi sivikî birîndar bûn. Ramazan Dişari diyar dike: “Ligel wan hemû bûyeran polîs xemsar bûne û tenê temaşe kirine.”

Parve bike: