TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Sûdanî re dicive

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 gulan 2023 20:49

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Bexdayê dike û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dicive.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Gulanê li Bexdayê di Foruma Iraqê de beşdarî panela bi sernavê “Herêma Kurdistanê aliyekî çalak di qada niştimanî û navdewletî de” dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê li Bexdayê wê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinê bike ku biryare mijarên derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêjkirin.

Parve bike: