TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Balyozê Qeterê yê Iraqê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 îlon 2021 23:25

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro Pêncşemê êvarê pêşwazî li Balyozê Qeterê yê li Iraqê Xalid Bin Hemed Elsuleytî kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Qeterê, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de û handana sermayeguzarî û veberhênana Qeterî di warên cuda cuda de li Iraq û Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan.

Konferansa Bexda ya ji bo alîkarî û hevbeşî, girîngiya pêwendiyên Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê, hilbijartinên dahatû yên Iraqê û çend pirseke dinê ji bo her du aliyan girîngbûn, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Parve bike: