Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Fermandarê Gistî yê Hevpeymaniyê kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê yê Iraq û Sûriyeyê General Joel Vaul û şandeya pê re civiya.
Nêçîrvan Barzanî û şandeya hevpeymaniyê di hevdîtinê de rewşa ewlehî ya herêmê, metirsiya DAIŞê ya li dijî ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyeyê û pêwîstiya domandina hevkariyê gotûbêj kirin.
De civîna ku Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û Generalê Pêşmerge jî amade bûn de alî, li ser gringiya piştgirîkirina pêvajoya xurtkirin û aktivkirina Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge jî hatin gotubêjkirin.
Di hevdîtinê de her wiha rewşa Herêma Kurdistanê hin mijarên din ên di derbarê berjewendiyên hevbeş de jî hatin gotûbêjkirin.