TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî peyama cejna Remezanê belav kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 adar 2025 23:59

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hatina roja Cejna Remezanê peyama pîrozbahiya cejnê belav kir. Di peyamê de Barzanî cejna Misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got ku cejn bo têkiliyên civakî ku li ser bingeha dostaniyê û hevkariyê deynin û ji nûh de ava bikin, derfetekî gelek başe. Barzanî di peyama xwe de weha dewam kir:

“Cejn, wesileye bo avakirina yekîtiyê, xweşbîniyê, aştiyê û hezkirina miroviyê û pêwiste têkiliyên civakî li ser rêzgirtin, dostaniyê û biratiyê bên xwurtkirin.

Cejna Remezana pîroz, bo temamê xelkê Kurdistanê, Iraqê û Misilmanên dinyayê bi taybetî bo malbatên şehîdên me pîroz be. Hêvîdarim ku herkes vê cejnê di nav hûzûr, aramî û refahê de derbas bike.”

Parve bike: