Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de, li Almanyayê ye, bi Wezîra Karên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Katherina Reicheyê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinê ragihand ku di civînê de pêşxistina pêwendiyên aborî yên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.
Hate diyarkirin ku mijara teşwîqkirina sermayeguzarî û veberhênana Almanyayê ya di warên cuda de hatiye nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a Almanyayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Wezîra Alman kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdwergirtina ji tecrubeya Almanyayê ya di warê enerjî û aboriyê de anî zimên.