TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî rewşa siyasî û navxweyî gotûbêj kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 sibat 2026 20:32

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê Joshua Harris û şanda pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, geşedanên dawî yên pêvajoya siyasî û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser berjewendî û nirxên hevbeş ku Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didi hevnêrîn bûn. Herwiha behsa warên hevkariya di navbera her du aliyan de hate kirin.

Di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa herêmê û girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin nirxandin.

Parve bike: