TR KU SO
FB X
Kurdistan

Papa Francîs gihîst bajarê dîrokî Urê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 adar 2021 18:01

PeyamaKurd – Papa Francîs, gihîşt bajarê dîrokî Urê li parêzgeha Zîqarê ya başûrê Iraqê.

Papayê Vatîkanê Papa Francîs, bi armanca civîna bi Mercîe Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî serdana Necefê kiribû û piştî civîna ligel Elî Sîstanî, serdana bajarê dîrokî yê Urê li parêzgeha Zîqarê kir.

Beriya bi demekê Papa, li Urê bi nûnerên pêkhateyên dînî yên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya.

Papa Francîs do serdana Bexdayê kiribû û ligel aliyên siyasî yên Iraqê civiya bû. Herwiha, wê Papa sibehê jî serdana Hewlêrê bike.

Parve bike: