TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parêzgarê Hewlêrê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 gulan 2022 14:09

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê bi Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan li Washingtonê re civiya.

Li gor Nivîsgeha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê diyar kir, roja Înê 20/5/2022an, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerêka li Dîwana Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ligel Alîkarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan li Washingtonê civiyan.

Parêzgarê Hewlêrê di daxuyaniyê de eşkere kir, wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wek Parêzgarê Hewlêrê spasiya hevkariya hikûmeta Amerîka ji bo hevkarî û piştgîriya Herêma Kurdistanê bi taybet di şerê li dijî teroristên DAIŞê kir û tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê.

Herwiha Parêzgarê Hewlêrê di civînê de, qala rewşa Iraqê bi giştî, jinavbirina DAIŞê, rewşa siyasî, aborî û mirovî, aramî û ewlehiya ku li Herêma Kurdistanê heye kir û piştevanî û hevkariya Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Pêşmerge re bi pêwîst zanî ji bo navbirina gefên DAIŞê û aramiya navçeyê.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Rêveberê Karûbarên Iraqê û tîma Karûbarê Koçberan pesnê rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê da li hember hewandina koçber û penaberan û hemû ew pêşketinên siyasî, demokrasî, aborî û avedankirina ku navçeyê rû dane û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng a Amerîka ye û dostaniya dêrîn a di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, bingeha wê hevbeşiya nirxên demokrasiyê ye.

Parve bike: