TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamena Iraqê ji 111 parlamentarên Kurdistanê re name sand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 mijdar 2018 22:12

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad, nameyên serkeftinê ji 111 parlamentarên Kurd ên ku mafê parlamentariyê di Parlamentoya Kurdistanê de bi dest xistine re şand.

Nivîsgeha Dr. Hedad ragihand, di nameyê de pîrozî li parlamentarên Kurdistanê hatiye kirin û hêviya serkeftinê hatiye xwestin.

Herwiha di nameyan de daxwaz hatiye kirin ku di yasayên li Parlamentoya Kurdistanê bên derxistin de, berjewendiyên Iraq û Kurdistanê li ber çav bên girtin.

Parve bike: