TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Gotûbêjên avakirina hikûmetê pistî sersalê berdewam dikin

Salih Turan
Nivîskar
📅 30 berfanbar 2018 00:16

PeyamaKurd - Rêveberê PDKê Arif Rûşdî ragihand ku piştî betlaneya sersalê wê danûstandinên bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dest pê bikin.

Ruşdî ji medya Kurdistanê re diyar kir ku wê piştî betlaneya sersalê hevdîtinên avakirina hikûmeta nû dest pê bikin û got, dê hemû alî ji bo avakirina hikûmetê di demeke zû de alîkar bibin.

Hevdîtinên PDKê bi YNK û Tevgera Goran re berdewam dikin, lê hîn  li ser kabîneya nû û postên partiyên siyasî di hikûmeta nû de zelal nebûne.

Parve bike: