TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêgeha Serok Barzanî di qada siyasî de kêm nabe

📅 23 îlon 2018 02:12

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê kir û di hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir, li ser prensîbên hevbeşî û tewafuq û hevsengiyê li Iraqê.

Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê Muhemed El Helbûsî û şandeke li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî yên li hevkêşeyên di nav proseya siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Herwiha behsa hewlên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Herwiha herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hemû aliyek pêbendî tewqîtên destûrî be di proseya siyasî ya Iraqê de. Herwiha tekez jî kirin li ser pêbendbûna bi her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiya di navbera pêkhatan de di proseya hukimraniyê de.

Parve bike: