TR KU SO
FB X
Kurdistan

Penaberekî Kurd li Yûnanê agir berda xwe û can da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 adar 2021 19:24

PeyamaKurd – Li navenda penaberan a Korinth a Yûnanistanê penaberekî kurd ê 24 salî, girtina xwe ya 17 mehan protesto kir û agir berda bedena xwe.

Li gorî zanyariyan, wî penaberî ji ber zêdekirina dema girtinê ev protesto kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha  piştî ku penaberê kurd bi vê çalakiya protestoyî can da, li navenda penaberan a Yûnanê, alozî derketiye û penaberên din jî xwepêşandanên protestoyê dane destpêkirin.

Navê penaberê Kurd û herêma jê çûye Yûnanê hîn nehatiye eşkerekirin.

Parve bike: