TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêvajoya propagandayê ya hilbijartinên Parlamena Kurdistanê sibê destpê dike

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 24 îlon 2024 17:54

PeyamaKurd - Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê bi awayê fermî dîroka destpêkirina propagandaya hilbijartinan a Parlamena Kurdistanê diyar kir.

Komîsyonê ragihand ku pêvajoya propagandayê sibe dest pê dike.

Lijneya Komîseran a Komisyona Hilbijartinan îro bi mebesta diyarkirina dîroka destpêkirina propagandayên hilbijartinan ên Parlamena Kurdistanê civiya.

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Umer Ehmed, piştî civînê derket pêşberî rojnamegeran.

Hakim Umer Ehmed ragihand ku sibe ango 25ê Îlonê roja yekem a pêvajoya propagandayê ye û wê pêvajo heta 15ê Cotmehê bidome.

Hilbijartinên heyama 6an ên Parlamena Kurdistanê wê 20ê Cotmehê de pêk bên.

Parve bike: