Pezeskiyan serdana Gora Mam Celal kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, piştî serdana xwe ya paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê derbazî parêzgeha Silêmaniyê bû û li wê derê serdana gora Serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan doh li paytexta Iraq Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û hin payebilindên Iraqî re civînan pêk anî.
Mesûd Pezeşkiyan vê sibehê jî serdana Hewlêr kir û li vê derê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û kabîneya wî û herî dawî jî bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinan pêk anî.
Serokkomarê Îranê piştî bernameya xwe ya Hewlêrê temam kir, derbasî Silêmaniyê bû û ji aliyê Serokê YNKê Bafil Talebanî ve hat pêşwazîkirin.
Pezeşkiyan piştî civîna li gel Bafil Talebanî, bi şandeya li gel xwe re serdana Gora Mam Celal kir.