TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pistî êrîsa mosekî seferên Balafirgeha Hewlêrê asayî bûn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 mijdar 2023 22:27

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku firînên Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ku îro 7ê Mijdarê sibehê rastî êrîşa moşekî hatibû asayî bûne û sefer têne kir.

Berpirsê Balafirgeha Hewlêr ê Ehmed Xoşyar ragihand ku piştî êrîşa îro sibehê bo demekê sefer rawestiyane, lê êdî asayî bûne û sefer dewam dikin.

Li gorî zanyariyan, îro danê sibehê bi gelek moşekan Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hate hedef girtin ku ew moşek li asman hatin bêbandorkirin û ti ziyaneke wan çênebû.

Parve bike: