Kurdistan
PKKê bi ser baregeha YNK ê de girt
PeyamaKurd- Çend rojin ku YNK li bajarê Silêmaniyê dezge û saziyên PKKê yên bi navê Tevgera Azadiyê digrin. PKK nerazîbûna xwe li hemberê wan nîşan da û got ku bila YNK li ser rêbaza Mam Celal bimînin. Li aliyê dinê tê gotin ku kurê Mam Celal û serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi Tirkiyê re peymaneka bi dizî çêkirine û dezgeyên PKKê digrin.
Li herêma Şengalê jî hêzên PKKê bi ser baregeha YNKê de girtin û ji wan xwestin ku baregeha xwe bigrin û herêmê terk bikin. Sedem jî girtina dezgeh û saziyên xwe yên li Silêmaniyê ji aliyê YNKê ve nîşan dan.
Di encama dayîn û stendinan de, bê ku bûyereka xerab biqewime, bi rêya hevdîtinan her dû alî lihev kirin.