Kurdistan
Polîsên Tirkî 15 kesên ji Efrînê girtin
PeyamaKurd – Polîsên Tirkî, li bajarên Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Diyarbekir û Dîlokê 15 kesên ji Efrînê girtin.
Li gor zanyariyan, 10 kes ji wan piştî îfadeyê hatin berdan û ji bo ku werin dersînorkirin, şandin Navenda Şandinê ya Osmaniyê.
Herwiha 5 kes jî bi îdiaya ‘endamên rêxistinê ne’ veguhestin dadgeriyê.
Dadgeriyê têkildarî 5 kesên ji Efrînê, biryara girtinê da.