TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pûtîn biryara vekisîna ji peymaneke navnetewî ya Rûsyayê îmze kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 mijdar 2023 00:15

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, vekişîna ji Peymana Qedexeya Ceribandinên Berfireh a Nukleerî (CTBT) a Rûsyayê îmze kir.

Li gorî biryarnameya ku ji aliyê Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn ve hatiye îmzekirin, Rûsya ji peymana CTBT vekişiya.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, beriya niha ragihandibû ku Amerîkayê ti carî ew peyman bicih neaniye û wê bi vekişîna Rûsyayê re hevsengî çêbibe. Rûsyayê erêkirina CTBT sala 1996 îmze kiribû.

Parve bike: