Qurbanhiyên Komkujiya Kobanê ya 9 sal berê hatin bibîranîn
PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst û hov ên DAIŞê şeva 25ê Hezîrana 2015an derbasî gundê Berx Batan û navenda bajarê Kobanî bûbûn û komkujiyeke komkujî pêk anîbûn.
9 sal bi ser wê komkujiya ku jin, zarok û kal jî di nav de zêdetirî 250 kes hatibûn qetilkirin û 270 kes jî hatibûn birîndarkirin re derbas bûn.
Qurbaniyên wê êrîşa hovane îro 25ê Hezîranê li goristanên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hatin bibîranîn. Malbatan li goristanê serdana mezelan kir û merasîmên bîranînê saz kirin.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Kobanê piştî ji aliyên hêzên Pêşmerge û YPGê ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hatibû rizgarkirin û êrîşa hovane ya DAIŞê jî piştî wê têkçûnê hatibû encamdan.
Tirkiye bi rêvekirina derbasbûna 100 çekdarên DAIŞê ji bo komkujiya 25ê Hezîranê tê tawanbarkirin.