TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêveberiya Xweser biryarên nû li ser dibistanan da

Leyla Denli
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2022 13:31

PeyamaKurd – Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryarên nû li ser dibistanan da.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser  bi daxuyaniyekê hin biryarên nû derbarê dibsitanan de ragihand û got, li gor daxuyaniyê ku îmzeya Hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî û Recem el Mişrif li ser heye, bikaranîna mobaylê li polên xwendinê qedexe ye, herwiha nabe bi tu awayî li dibistanan tundî û tirsandin hebe.

Herwiha li gor biryarê, divê hemû xwendekar cilên yekbûyî li xwe bikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, “lixwekirina nîqabê li dibistanan qedexe ye.”

Hat zanîn ku biryar di 6ê Cotmeha 2022an de hatiye dayîn, lê do weke giştîname ji bo hemû deste û komîteyên perwerde û fêrkirinê yên Rêveberiya Xweser re hatiye şandin.

Parve bike: