Rêvebirê danûstandinên peymana atomî serdana Îranê dike
Leyla Denli
Nivîskar
📅 09 gulan 2022 15:31
PeyamaKurd – Rêvebirê danûstandinên peymana atomî yên Yekîtiya Ewropa (YE) serdana Îranê dike.
Li gor Nour Newsê belav kiriye, rêvebirê danûstandinên peymana navokî yên YEyê Enrique Mora, wê sibê Sêşemê serdana Tehranê bike.
Medya Îranê eşkere kiriye, di hevdîtinên li Vîyana de hin pirsgirêk nehatine çareserkirin û Mora û karbidest û rayedarên Îranê wê ser wan mijaran danûstandinê bikin.