TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêya navbera Çewlik û Erzeromê ji ber berfê hat girtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2023 02:15

PeyamaKurd – Ji ber barîna berfa zêde rêya navbera Çewlikê (Bingol) û bajarê Erzeromê ji ber barîna berfê û bahozê hat girtin.

Ji Çewlikê ber bi Erzeromê de di km.yên 0-14an de seet ji 15.00an heya niha rê hat girtin û erebe nikarin di wê rêyê de herin.

Tîmên vekirina rê, dixebitin da rêya navbera Çewlik-Xarpêtê ya Çewlik-Erzeromê û ya Çewlik-Mûşê vekin.

Parve bike: