TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 2 zarokên malbatên DAISê radestî sanda Swîsrî hatin kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2021 00:44

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 2 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê radestî hikûmeta Swîsreyê kirin.

Hat diyarkirin ku doh 6ê Kanûnê şandeke ji hikûmeta Swîsreyê Rojavayê Kurdistanê kiriye û ji aliyê Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener El-Kiêt ve hatiye pêşwazîkirin.

Şande bi seroktiya Seroka Beşa Parastina Balyozxaneyê li Wezareta Derve ya Swîsreyê Stîfanî Bîryart, ligel rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyaye û du zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Swîsreyê wergirtine.

Parve bike: