TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | 20 zarokên DAISê radestî Rûsyayê hatin kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2021 12:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 20 zarokên çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên Rûsî radestî Rûsyayê kir.

Şandeke komîsyona mafên mirovan ya Rûsyayê doh Şemiyê serdana bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Hat diyarkirin ku şanda rûsî 20 zarokên çekdarên Rûsî yên DAIŞê ji berpirsên HSDê wergirt û bi xwe re birin Rûsyayê.

Berpirsên HSDê eşkere kirin ku beriya niha jî wan 205 jin û zarokên çekdarên Rûsî yên DAIŞê teslîmî Rûsyayê kirine.

Parve bike: