TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Di hefteyekê de 60 girtî hatin berdan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 nîsan 2023 22:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di nav hefteyekê de beşa sêyem a girtiyên li girtîgehan serbest berdide.

Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdana girtiyan li gorî biryara Meclîsa Edaleta Civakî pêk tê û îro 19ê Nîsanê 22 girtî ji girtîgeha Reqayê serbest berdan.

Hat diyarkirin ku berdana girtiyan li gorî xala 126an a Qanûna Cezayên Giştî pêk tê û girtiyên ku ji çar yekê cezayê xwe kişandibe, tê berdan.

Rêveberiya Xweser 16ê Nîsanê jî 60 girtî ji girtîgeha Elaya ya li Qamişloyê û girtîgeha Xiwêran a li Hesekê serbest berdabûn.

Parve bike: