Kurdistan
Rojava: Tirkiyeyê êrîsî baregeha YPG û HSDê ya li Hesekê kir!
Rojava: Tirkiye êrîşî baregeha YPG û HSDê yên li Hesekê kir!
PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya nêzîkî Rêveberiya Xweser û HSDê, hêzên Tirk îro êrîşên bombeyî li dijî baregehên YPG û HSDê yên li bajarê Hesekê kiriye. Hat ragihandin mirî û birîndar hene.
Di agahiyên ku ji aliyê çapemeniyê ve hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê, li dijî baregeha Hêzên Antî Terorê (YAT) û Hevpeymaniya Navneteweyî êrîşên bombeyî kirine.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat gotin ku 2 endamên YATê canên xwe ji dest dane û 3 endamên YATê jî birîndar bûne.
Heta niha ne ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ne jî ji aliyê Hevpeymaniya Navneteweyî ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.