TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojavayê Kurdistanê | Pîrejineke 103 salî ji vîrusa Koronayê rehet bû

Leyla Denli
Nivîskar
📅 17 nîsan 2021 17:31

PeyamaKurd – Pîrejineke 103 salî ku li nexweşxaneya COVID-19 a li bajarê Hesekê, piştî dermankirina 10 rojan ji vîrusa Koronayê rehet bû.

Hacer, ku pîrejineke 103 salî ye, li nexweşxaneya COVID-19 di bin çavdêriya Heyva Sor a Kurd de, 10 rojan hat dermankirin.

Piştî çêkirina testan, diyar bû ku bi temamî ji Koronayê rehet bûye û bi şahî û çepikên germ ji nexweşxaneyê hat derxistin.

 

Parve bike: