TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojeke Efrînê | Zilamek kustin, dikana diravan sêlandin û darên zeytûnan birîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 23:34

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî revandina wî bi hefteyekê, termê kesekî ji Efrînê di nava zeviyên herêma Ezazê de, kuştî hat dîtin. 

Li gorî zanyariyên xwecihî yên ji Efrînê, termê zilamekî Efrînî yê bi navê Qais Gênco ku ji taxa Eşrefiyê ye, di nava zeviyên herêma Ezazê de, kuştî hatiye dîtin.

Gênco, berî hefteyekê ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatiye revandin û îşkencekirin.

Herwiha li gorî ragihandina malpera Afrîn Postê doh 17ê Hezîranê komeke çekdar bi ser dikaneke pevguhertina pereyan li navenda Efrînê de girtine û hemû pereyên di dikanê de dizîne.

Dîsa çekdaran bi ser gundê Maratê yê Efrînê de girtine û 8 serî pezên malbatekê jî dizîne.

Malpera Afrîn Postê daye xuyakirin ku çekdaran 600 darên zeytûnan li navçeya Şiyê birîne ku 11ê Hezîranê jî 500 darên 2 şêniyên Efrînê li navçeya Mabatayê hatine birîn.

Parve bike: