Kurdistan
Rojhilat | Kolberek bi êrîsa hêzên Îranê hate kustin
PeyamaKurd - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê li sînorê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, êrîş birin ser komek kolberan.
Li gorî heman çavkaniyê, di encama êrîşê de kolberê bi navê Elî Resul (32 salî) yê bavê zarokekê jiyana xwe ji dest da.
Elî Resul xelkê gundê Kuran ê Mahabadê ye û niştecihê navçeya Nelas a Serdeştê bû.