TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ronî Elî: Pêwîst e komkujiya Kobanî were lêkolînkirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 26 hezîran 2024 15:00

PeyamaKurd – 9 sal bi ser Komkujiya Kobanî re derbas bûn û zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nivîskar Ronî Elî got ku divê komkujiya Kobaniyê bê lêkolînkirin.

Ronî Elî ji K24ê re diyar kir ku dema Kobanî hat rizgarkirin xelkê dixwest vegerin malên xwe lê dema vegeriyan Kobanî dîsa hat dagîrkirin.

Elî diyar kir ku hêzên çekdar ên parastina bajêr dema ku Kobanî hat rizgarkirin, nekarîn Kobanî biparêzin û sedema komkujiyê jî ev bû, Elî tekez kir ku divê li ser komkujiya Kobanî lêkolîn were kirin.

Piştî şerê 134 rojan di navbera şervanan û çekdarên DAIŞê de dorpêça li ser Kobanî zêde bû. Nêzîkî ji sedî 80ê xaka Kobanî ji aliyê DAIŞê ve hatibû dagirkirin û bi deh hezaran kes neçar man koç bikin.

Piştî ku Pêşmerge bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî Kobanî rizgar kir, DAIŞê şeva 25ê Hezîrana 2015ê êrişî Kobanî kir û di encamê de jin, zarok û extiyar zêdetirî 250 kes kuştin. Wî zêdetirî 270 kes birîndar kirin.

 
Parve bike: